• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-5. 1. Şagirt dikarin cîhazên rojane û pergalên teknîkî lêbikolin û ji nû ve saz bikin.

Xweza, Mirov, Civak – XMC – 5.1

Asta 1 û Asta 2

Asta 1

Şagirt …

a> dikarin bi lîstin û ceribandinê kifş bikin û biceribînin ka amûrên rojane bi teknîkî çawa hatine saz kirin û bi kar tên (wek mînak alavên lîstikê, alav û amûrên malê yên sade, kilît û mifte, sîwan).

b> dikarin amûr û pergalên teknîkî bi rengekî lîstik û wek modelan ji nû ve saz bikin (wek mînak, birc, pir, zirnezîq, mêzên) û texmînan li ser avahî û fonksiyonê bikin û hem jî li mînakên rastîn bigerin û şirove bikin (wek mînak li qada lîstikê, li dersê , li ser riya xwendegehê, li cihên lêkirina avahiyan).

c> dikarin cîhazên rojane lêbikolin û prensîbên zanistî û teknîkî yên hêsan nas û rave bikin (wek mînak hevsengiya zirnezîqê, hevsengiya mêzênê, saxlemiya pir, birc û dîwaran, ahenga meqes, maşik û çakûçê).

Asta 2

d> dikarin hêmanên navendî yên avahiyan di avahî û amûr û pergalên teknîkî de keşif bikin, wan wek model ji nû ve saz bikin û pêşkêşî wan bikin (wek mînak profîlên goşeyî, zîgzag û U yên ji kaxiz û kartonê hatine çêkirin, gilokên bi tayin têlînî, giraniya hevseng a ji bo bariyerê, pirên trênê, paraşût , balonên hewaya germ).

e> dikarin ji bo amûr, makîne, avahî û pergalên hilbijartî li ser rêbazên avakirinê yên ji berê û îro ve bigihin agahdariyan, pêşkeftinan bidin ber hev û dabeş bikin (mînak motora mekanîkî, motora elektrîkî, motora hilmê, motora şewatê ya nûjen, dîmengira pir biçûk, dîmengira nûjen).

f> dikarin prensîbên zanistî û teknîkî yên di cîhazên teknîkî, avahî û pergalên teknîkî de rave bikin ka ew çawa dixebitin nas bikin (wek mînak awayên çêkirina bisîklet, vînç, keştiya bêmotor û bariyeran). Qerase, zîlan, çerx, binê keştiyê, hevsengî, aramî, tevger

Comments are closed