• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-8. 1. Şagirt dikarin taybetiyên cih, avahî û rewşên hawîrdora xwezayî û çêkirî têbigihin, rave bikin û dabeş bikin.

Xweza, Mirov, Civak – XMC – 8.1

Asta 1 û Asta 2

Asta 1

Şagirt …

a> dikarin tiştên li hawîrdora mal û dibistanê nas bikin û tiştên ku di odeyê de dizanin û nas dikin (wek mînak malên taybetî, cihên dikanê, tesîsên trafîkê, cihên ku ji bo wan girîng in).

b> dikarin cihên li derdora xwe ya ewledar kifş bike, nav û cihê tiştên di xwezayê de û jîngeha avakirî bi nav û bi cî bikin (wek mînak daristan, av, qadên zinar, avahî û tesîsên cuda û tîpîk ên li niştecih û deverên xwezayî) û cudahiyên di teşekirina cihan de vebêjin.

Asta 2

c> dikarin kîjan hêmanên cîhêreng ên cihan (wek mînak avahî, av, febrîqe, daristan) di hawîrdora xwezayî û avakirî de peyde bikin, birêkûpêk bikin û birêxistin bikin (wek mînak bi xêz, plan, wêne).

d> dikarin li ser têgihiştin, raman û nirxandinên xwe yên cihên girîng ên kesane yên li cihê rûniştina xwe û li herêma ku lê dijîn bifikirin, wan tarîf bikin û bi nirxandina şagirtên din re bidin ber hev (wek mînak, cihên girîng ên kesane, cihên xweş, cihên ku ez gelek varan diçimê. Cihên xeternak, cihên ku ez jê hez nakim).

e> dikarin vekolin, birêxistin bikin û belge bikin ka çawa taybetmendiyên cihan li deverên cihêreng ên li derdorên nêzîk û dûr bi hev ve girêdayî ne (wek mînak avahîyên ji bo mebestên cihêreng, tesîsên veguhastinê, yên dema vala, yên peydekirin û çopavêtinê).

f> dikarin taybetmendiyên jîngeha xwezayî û avakirî li deverên cihêreng destnîşan bikin û taybetmendiyên tîpîk li deverên cihê yên Swîsreyê, li Jura, li Deşta Navendî û li Alpan bidin ber hev û dabeş bikin. Taybetmendiyên tîpîk ên cihên li bajaran, kombûn, deverên gundewarî, deverên çiyayî

Asta 3

g> dikarin bi danasîn û venasîna mekan û komên gelheyê yên li herêma lê dijîn û li Swîsreyê mijûl bibin, agahiyan bistînin, bidin ber hev û îfadeyan seh bikin û binirxînin (wek mînak çi tîpîk e? çi cûda ye? veqetandin, klîşe, rastî).

Comments are closed