• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-9. 1. Şagirt dikarin têgînên demê ava bikin û wan rast bi kar bînin, demê wek têgehekê têbigihin, bi kar bînin û rêzika demê bi kar bînin.

Xweza, Mirov, Civak – XMC-9.1

Asta 1 û Asta 2

Asta 1

Şagirt …

a> dikarin têgehên demê rast bi kar bînin (wek mînak sibe, îro, doh) û rêz û lîsteyên kronolojîk çêkin. peyvên demê, rojên hefteyê, meh

b> dikarin demê bi grafîkî nîşan bidin (wek mînak çerxa salane), di nav salê de xalên girîng destnîşan bikin û demjimêrê bixwînin. bihar, havîn, payîz, zivistan, saet

c> dikarin li gor rêzikên çalakiyan bifikirin, pêk bînin û dirêjahiya demê biceribînin û texmîn bikin.

d> dikarin karên rojane tên kirin yên domdar û cihêreng ji hev cuda bikin û wan bidin ber hev.

e> dikarin dirêjiya çalakiyan binirxînin, bipîvin û bi grafîkê diyar bikin. demjimêr

Asta 2

f> dikarin pêşketinekê li ser sê nifşan li ser nexşerista demê bi cî bikin (wek mînak malbata xwe).

g> dikarin serdemên dîrokê li ser xêzeristeke demê rêz bikin. Serdema Kevir, Antîk, Serdema Navîn, Serdema Nûjen

h> dikarin bûyerên dîrokî yên hilbijartî yan veguherînan li ser xêzerista demê bi cî bikin. (wek mînak, dîtina nivîsê, peymana federal a Swîsre ya 1291ê).

Comments are closed