• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-6. 2. Şagirt dikarin cîhanên pîşeyî lêbikolin û pîşeyan li gor pîvanên hilbijartî diyar bikin.

Xweza, Mirov, Civak – XMC – 6.2

Asta 1 û Asta 2

Asta 1

Şagirt …

a> dikarin ramanên xwe yên li ser karên ji malbat û hawîrdora xwe ya berfireh (wekk mînak çalakî) vebêjin û karan bi nav bikin.

b> dikarin li ser pîşeyên cihê agahiyan berhev bikin û li gor taybetmendiyan rêz bikin (wek mînak cihê kar, çalakî, amûr, cil û berg, encamên kar) .

c> dikarin baldariyên xwe yên ji bo karan vebêjin û li ser karên xeyal dikin û rolün pîşeyî ramanan bidin û bistînin (wek mînak karên mêr û jinan).

Asta 2

d> dikarin ji jin û mêran li ser karê wan bipirsin û girîngiya kar ji bo jiyana malbatê nas bikin.

e> dikarin pîşeyên hilbijartî li gor pîvanan bidin ber hev û riyên perwerdehiyê ji bo van pîşeyan diyar bikin (wek mînak çalakî, hewcedarî, riya kariyerê, perwerdehiya zêdetir).

Comments are closed