• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-9. 2. Şagirt dikarin hem li ciyê xwe hem li jîngeh û hawîrdora xwe dem û guhertinan lêbikolin.

Xweza, Mirov, Civak – XMC – 9.2

Asta 1 û Asta 2

Asta 1

Şagirt …

a> dikarin behsa pêşveçûna xwe ya zaroktiyê û pêşveçûna malbata xwe ya sê nifşan bikin (wek mînak bi rêzewêneyan).

b> dikarin tiştên kevn û yên nû bidin ber hev. Çi wekhev e? Çi cuda ye? (wek mînak alav, cil, xwarin). berê/îro, kevn/nûjen

c> dikarin diyar bikin ka di pêşveçûna wan de û di nav malbata wan de çi maye û çi guheriye.

d> dikarin wêneyên dîrokî yên ji herêmê bi rewşa niha re bidin ber hev. Çi wekhev e? Çi cûda ye? (wek mînak avahî, kolan di hawîrdora xwe de).

Asta 2

e> dikarin doh û îro bidin ber hev. Çi wek xwe ma? Çi hatiye guhertin? (wek mînak jîngeha zaroktiyê, mal, di dema kevirê kevin de pêxistina agir, têkiliyên zayendî) serdema kevirê kevin

f> dikarin guherîna çanda mirovan a di serdemeke berê de (wek mînak ji Paleolîtîk heta neolîtîk, ji kevnar heta Serdema Navîn) vebêjin. Neolîtîk

Comments are closed