• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-5. 3. Şagirt dikarin girîngî û encamên pêşveçûnên teknîkî ji bo mirov û jîngehê binirxînin.

Xweza, Mirov, Civak – XMC – 5.3

Asta 1 û Asta 2

Asta 1

Şagirt …

a> dikarin mînaka cîhazên ji cîhana xwe ya rojane bikar bînin da ku bibêjin ew ji bo çi tên bikaranîn û jiyana rojane ji bo çi hêsantir dikin (wek mînak li malê, li qadên lîstikê, li ba lêkirina avahiyan).

b> dikarin texmîn bikin ka amûrên çawa hatine îcadkirin û bi pêşxistin (wek mînak firne, çeqilker, kewî, sîwan, pênûs, amûrên mekanîkî û elektrîkî).

Asta 2

c> dikarin girîngiya pêşketinên teknîkî yên di cîhaz û pergalên ji bo jiyana rojane ya îroyîn de nas bikin û binirxînin (wek mînak saetên destan, firçeyên elektrîkî yên diranan, firaqşo, teleferîk, makîneyên avakirinê, Înternet).

d> dikarin li ser dahêneran û pêşketinên wan ên teknîkî têbigihin û pêşkêşiyê bikin (wek mînak Marconi – radyo dîtiye; Franklin – birûskêkuj dîtiye).

e> dikarin diyarde û tiştên di xwezayê de ji bo pêşketinên teknîkî wek model nas bikin, wan bidin ber hev û destnîşan bikin (wek mînak biyonîk: baskên çûkan – baskên balafirê, stiriyên kerbeşê û circirk, sazûmana parastina serma û germê ya şînayî û ajalan û adaptekirina wê ya ji bo amûrên teknîkî).

f> dikarin pêşketinên teknîkî yên ji berê û îro, tiştên di jiyana rojane de ji bo mirov û jîngehê guherîne (wek mînak ronîkirin, germkirin, avahî, çûnûhatin, vebijarkên ragihandinê) berhev bikin, dabeş bikin û binirxînin. Ji bo jiyana rojane girîngiya pêşveçûnên teknîkî

g> dikarin li ser girîngiya amûreke ku ji bo zanistên xwezayî girîng e, lêkolîn û belge bikin (wek mînak pêşveçûnên di dermanan de bi riya mîkroskopê, guhertinên di wêneyê erd û gerdûnê de bi riya teleskopê) .

Comments are closed