Xweza, Mirov, Civak – XMC – 8.3
Asta 1 û Asta 2
Asta 1
Şagirt …
a> dikarin guheztinên di hawîrdora xwe de di demek dirêjtir de bişopînin û belge bikin (wek mînak bi avakirina û ji nû ve teşekirina deverên xwe, li cihekî nas di xwezayê de ji demsalekê zêdetir).
Asta 2
b> dikarin têbigihîjin, tarîf bikin û bifikirin ka mirov çawa wek mînak bi riya mal, berhem û xwarinûvexwarinê jîngeha me û cîgeha me ya jiyanê diguherîne.
c> dikarin daxwaz û fikarên xwe yên ji bo teşekirina cîgehê jiyanê bi nav bikin, raman û perspektîfan bi pêş bixin û li ser wan şîrove bikin (wek mînak li cîhê dibistanê, li hawîrdora jiyanê, projeyên ji bo ewlehiya trafîkê, teşekirina deverên vala, parastina herêmên xwezayî).
d> dikarin lli ser bingeha şopên li cihan û herwiha ji agahdariyan guhertinên di hawîrdora jiyana xwe de nas bikin (wek mînak wêne, rapor, danûstendinên bi mirovên kalûpîr re), ew dikarin û di navbera doh û îro de dayîna ber hev bikin.
e> dikarin li ser bandorên guheztinên cihan ji bo mirov û xwezayê bifikirin û li ser vebijarkên teşekirinê û tevgerê yên di pêşerojê de bifikirin (wek mînak di trafîkê de, tesîsên dema vala, çavkaniyên avê).
Comments are closed