• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-2. 3. Şagirt dikarin mezinbûn, geşbûn û pirbûna ajal û şînayiyê bişopînin û wan bidin ber hev.

Xweza, Mirov, Civak -XMC -2.3

Asta 1 û Asta 2

Asta 1

Şagirt …

a> dikarin mezinbûna şînayî û ajalan li hawîrdora xwe bişopînin û çavdêriyên xwe ragihînin.

b> dikarin mezinbûn û geşbûna şînayî û ajalan bişopînin, xêz bikin û vebêjin. pêşveçûna kêzikê bi rêya kurmik ber bi perperikê ve; gul û fêkiyên riwekan

c> dikarin taybetmendiyên ajalan nas bikin û bidin ber hev da ku hebûna wan a domdar misoger bikin û cûdahiyan vebêjin (wek mînak pêşketina di hêkê de, pêşketina di kîsikê ajalan (kangûrû) de, pêşketina di laşê heywanan de).

Asta 2

d> dikarin li ser polenkirina şînayiyan agahdariyan bi pêş bixin û pêşkêş bike û li ser şînbûn, mezinbûn û belavkirina tovan di nebatan de lêkolînan bikin (wek mînak cureyên belavkirinê: ba, kêz û mêş, av, mirov). kîsê polen tê de ye, polen, tovdank, libata mê a kulîlkê, gupikê libata mêr a kulîlkê, fêkî, tov, zîldana tov

e> dikarin xwe bigihînin agahiyên ajalên bi pêsîr ên wek mezinbûn, bipêşdeçûn û lixwezêdekirinê û wan qeyd bikin (wek mînak çêkirina lîsteya agahiyan).

f> dikarin çavdêriya mezinbûn, bipêşdeçûn û lixwezêdekirina ajalan bikin û binivîsin. Bipêşdeçûna beqê ji kurma heta beqbûnê, derbasbûna hilmstendinê ya ji qirika masiyan heta ya ajal û mirovan.

Comments are closed