• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-8. 5. Şagirt dikarin di hawîrdora xwe ya nêzîk û fireh de riya xwe bibînin, bi ewle tevbigerin û alîkariyên rêdîtinê bikar bînin û pêk bînin.

Xweza, Mirov, Civak – XMC – 8.5

Asta 1 û Asta 2

Asta 1

Şagirt …

a> dikarin li baxçeyê zarokan an jî li qada xwendegehê, li ser riya xwendegehê û li derdora xwe tevbigerin û riya xwe bibînin û riya tê re derbas dibin vebêjin. Devera bexçeyê zarokan, xwendegeh, riya xwendegehê.

b> dikarin li hawîrdora niştecih û xwendegehê serbixwe bimeşin, cihên ewle û ne ewle nas bikin û bi nav bikin, rêzikên trafîkê bişopînin.

c> dikarin bi alîkariya rêgezên sade yên rênîşandanê ciyên li welêt bibînin, herwiha aliyên cih û tiştan ên li tax û derdûdora xwe bînin ser ziman û vebêjin (wek mînak xêzkirin, nexşeyên erda xwendegehê, gencîneya peyvan, planên bi wêne û nîgaran)

d> dikarin rewşên cîgehî bi xêz û planên xwe temsîl bikin û van ji kesên din re rave bikin (wek mînak odeya xwe, pol, qada lîstikê).

Asta 2

e> dikarin hêmanên cîgehî yên nas ên li hawîrdorê bi alîkariya nexşe yan tiştên li welêt li ser nexşeyan bibînin û formên çêbûna wan bixwînin û bikar bînin (wek mînak agahdariya pîvan û aliyan, îmzeyên hilbijartî).

f> dikarin nexşe û modelên hêsan bikar bînin da ku rewşên cîgehî yên di hawîrdora xwezayî û çêkirî de bi bi pîvan temsîl bikin û rave bikin.

g> dikarin li herêma ku lê dijîn bi bîsîklet û çûnûhatina giştî bi tenê xwe herin û werin, guh bidin ewlehiya trafîkê û rêgezên trafîkê pêk bînin.

h> dikarin xwe li cîgehê bi bikaranîna rêgezên cihêreng ên rêdîtinê (mînak plansaziya bajêr, nexşeyên rêdîtinê, nexşeyên topografî, nexşeya tora veguhastinê ya herêmê) riya xwe bibînin.
dikarin cihên hilbijartî yên li herêmê bibînin û bikevin riyên ew lê meşiyane û tiştên li ser nexşeyan bala xwe daneyê.

i> dikarin rêgezên cihêreng ên rêdîtinê-berîdanê li cîgehê bikar bînin (mînak nexşe, kumpas, GPS) û bi alîkariya efsaneyan, agahdariya ji rêgezên berîdanê bixwînin û rewşên cihan diyar bikin.

Comments are closed