Ji bo zarokên asta berî xwendegehê pirtûka duyemîn. Ji bo her dersê stranek û lîstikek hatiye bicîkirin. Armanc hînbûna zarokan a bi dilxweşî ye. Zarok wê bi stran, lîstik, wênexêî û destkariyê hînî zimanê kurdî bibin.Ewê di dawiya pirtûkê de derbasî alfabeyê bibin.
Zarok wê xwe bi dilxweşî tev li dersan bikin.
Jêhatiniya zarokan a stranbêjiyê wê bi pêş de biçe.
Bi lîstikên bangî guhdarîkirin û peyivînê dikin zarok wê zimanê xwe bi pêş de bibin.
Ewê karibin bi wênexêzî û destkariyê bi dilxweşî hîn bibin.
Ewê her car peyvên nû hîn bibin.
Gava zarok bigihêjin hînbûna tîpan êdî ji derbasbûna asta jêrîn re amade dibin.
Pirtûk ji bo giştiya saleke perwerdeyê ya hîndekariya ziman û çanda welêt e. Her dersek ji bo du saetên ji 50“ pêk tê hatiye amadekirin.