• Home
  • Hûrguliyên Xizmeta Me

PIRTÛKÊN NÛJEN JI BO 11 SALÊN XWENDEGEHÊ

Ji bo hînbûna hemdem a bi rêbazên pedagojîk û dîdaktîk, me wek Komeleya Hîndekariya Kurdî xebateke bêhempa bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Swîsreyê û bi hevkariya Xwendegeha Bilind a Pedagojî ya Zurichê bi rê ve bir û di encamê de bi xebateke pênc salan, me 21 pirtûkên hîndekariyê ji bo perwerdeya zarokan amade kirin.

Hûn dikarin van pirtûkan ji Komeleya Hîndekariya Kurdî daxwaz bikin û li malê bi wan xwe û zarokên xwe perwerde bikin.

Komeleya Hîndekariya Kurdî

Zarok li xwendegehên me hînî ziman û çanda welêt dibin

Zarokên we ji 5 saliya xwe heta bigihêjin 16 saliya xwe dikarin li ba me hînî ziman û çanda welêt bibin. Ewê sal bi sal hînî tiştên nû ji Kurdistanê bibin. Erdnîgarî, dîrok, wêje û çanda kurdistanê bi riya stran, lîstik, axavtin, xwendin, guhdarîkirin û nivîsandinê tên hînkirin. Dersên me bi giştî bêalî û li gorî asta pedagojiya zarokan in. Li jêr hin mijarên hînkirinê hene:

  • Alfabeya Kurdî
  • Roj, Meh, Sal
  • Reng
  • Jimar
  • Fêkî
  • Sewze, şînatî
  • Alavên li malê
  • Alavên li xwendegehê
  • Ajalên kedî
  • Ajalên kovî
  • Jiyana rojane
  • Dar, şînayî, gul û kulîlk
  • Ajalên di avê de
  • Kêzik û kurmik
  • Dîroka Kurdistanê
  • Erdnîgariya Kurdistanê
  • Kevneşopiyên Kurdan
  • Cejn û şahiyên Kurdan, Newroz
  • Wêjeya Kurdî
  • Stranên Kurdî
  • Çîrok û çîvanokên zarokan
  • Û gelek mijarên din

Tu dikarî ev 21 pirtûkên hatine amadekirin ji bo mala xwe bistînî û bi mezinbûna zaroka xwe re her demsalekê pirtûkekê hînî zaroka xwe bikî, ji bo zaroka te bibe xwedî ziman û çanda welêt û Kurdistanê bi giştî nas bike, jêhatiniya xwe ya zimanê kurdî bi pêş de bibe.

Niha jî ji bo mamosteyan pirtûka bi navê Rêbera Hîndekariya Kurdî tê amadekirin, ewê di demeke nêz de bigihêje destê mamosteyan û dê û bavên zarokan.