Agahiyên xwendegehan

Şert û mercên vekirina xwendegeheke nû

Li her aliyê Swîsreyê li ser daxwaza malbatan dikare xwendegeheke kurdî were sazkirin. Xwendegehên kurdî bi serlêdana malbatan û erêkirina rêvebiriya Komeleya Hîndekariya Kurdî çêdibe. Komele vê daxwaza malbatan radigihîne rêvebiriya dibistanên gel ên Swîsre û ji wan daxwaza poleke nêzî giştiya malbatên serlêdan kirine, dike. Bi destpêkirina sala hîndekariyê re zarok dikarin tev li dersên kurdî bibin. 

Ji bo vê pêkanîna van xalên li jêr tê xwestin:

  • Daxwaza malbatan
  • Herî kêm 16 zarok
  • Forma qeyda zarokan
  • Civîna bi malbatan re
  • Diyarkirina cî
  • Serlêdana kantonê
  • Amadekariyên din
  • Diyarkirina mamoste
  • Destpêkirina hîndekariyê

Bi vî awayî li nêzî we jî wê xwendegeheke kurdî çêbibe. Ji dê û bavan hevkarî tê xwestin, ku di sazkirina vê xebatê de cî bigirin û zarokên xwe bi rêkûpêk bînin xwendegehê. Dê û bavên zarokên xwe dişînin xwendegehê, divê li malê herî kêm yek ji wan bi zaroka xwe re, bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive.

Ji bo qeydkirina zaroka te