zimanekurdi.ch
zimanekurdi.ch
zimanekurdi.ch
zimanekurdi.ch
zimanekurdi.ch
zimanekurdi.ch
16
ÎLON destpêdike

KURSA BERENDAMÊN MAMOSTEBÛNÊ

  • DEM: 20:00-21:30

Komeleya Hîndekariya Kurdî saziyeke bi armanca bipêşxistina ziman û çanda Kurdî dixebite ye. Hemû endam û mamosteyên wê bi dildarî bê ku fêdeyeke şexsî bikin, an pere bistînin, dixebitin. Ger tu jî dixwazî, di nav xebatên kurdî de bi dildarî cî bistînî û keda xwe bixî bin xizmeta zarokên kurdî, ev der ji bo te ciyê herî rast e. Tu dikarî bi riya E-maila zimanekurdi.hsk@gmail.com serlêdanê bikî. Şert û mercên beşdarbûna xebatê li jêr hatine nivîsîn.

Şert û mercên tevlêbûna xebata ziman û çanda kurdî

  • Serlêdan bi jînenameyeke zelal tê kirin. Rêvebiriya Komeleya Hîndekariya Kurdî wê serlêdana te binirxîne û bersivekê bide te.
  • Ger serlêdana te were pejirandin:
  • Tu salekê tev li perwerdeya kurdî ya Komele bi dildarî dide, dibî. Tevlêbûneke çalak û 80 ji %î pêwîst e.
  • Li gor bipêşdeçûna te ya di perwerdeyê de sala duyemîn tu wek alîkarê mamosteyan tev li perwerdeyê dibî.
  • Li gor danûstendina te ya bi zarok û mamosteyan re, ger têrêkirinek hebe, tu tev li perwerdeya pêwîst a pedagojîk li zanîngeheke pedagojî ya Swîsreyê dibî. Komele vê yekê saz dike û te agahdar dike. Ji bo vê, divê tu herî kêm di asta B1 de almanî û di asta C2 de kurdî zanibî.
  • Piştî perwerdeya zanîngeha pedagojîk û pratîkeke serkevtî ya li xwendegeheke kurdî tu dikarî sertîfîkaya mamostehiya kurdî bistînî û li xwendegeheke Komeleya Hîndekariya Kurdî wek mamoste bi dildarî bixebitî.
  • Di navbera te û Komeleya Hîndekariya Kurdî de peymaneke exlaqî tê çêkirin. Wateya wê ev e: Ji ber ku Komele kedeke hêja ji bo mamostebûna te dide, ji te jî tevlêbûneke demdirêj û hêja ya xebatên kurdî hêvî dike.

Agahiyên pêwîst

  • Roj: Duşem
  • Dem: 20:00-21:30
  • Cî: Hybrid
  • Navnîşan: Zurich
  • Sazkar: Komeleya Hîndekariya Kurdî
  • Tel: +41 78 608 79 147