zimanekurdi.ch
zimanekurdi.ch
zimanekurdi.ch
zimanekurdi.ch
zimanekurdi.ch
zimanekurdi.ch
00
HERDEM

EZMÛNA MAMOSTEBÛNÊ

  • DEM/ZEIT: FREI

Tu dixwazî li xwendegehekê mamostehiya kurdî bikî, lê sertîfîkaya te tine ye! Tu dikarî li ba Komeleya Hîndekariya Kurdî tev li ezmûnekê bibî û sertîfîkaya asta ziman li gor pîvanên portfoliya zimanan a Ewropayê bistînî. Ji bo vê, daxwaznameyekê tevî jînenameya xwe bişîne ser vê E-Mailê. Emê daxwaza te binirxînin û bersiva te bidin. E-mail: zimanekurdi.hsk@gmail.com

Ji bo tevlêbûna ezmûnê şert û mercên tên xwestin li jêr in:

 

 

Şert û mercên tevlêbûna ezmûna sertîfîkaya asta zimanzanînê

  • Tu dixwazî di warê xwendin, nivîsîn û axavtinê de werî ezmûnkirin.
  • Tê berî ezmûna sertîfîkayê tev li pêşezmûnekê bibî, bê ka asta te têrî tevlêbûna ezmûna mezin dike. Navê vê pêşezmûn e û buhayê wê 180.- CHF ye.
  • Ger asta zanîna te têrî tevlêbûna ezmûnê bike, di nava sê mehan de tê tev li ezmûna mezin bibî, buhayê vê ezmûnê 380.- CHF ye.
  • Buhayê ezmûnan divê berî tarîxa ezmûnê bi mehekê gihiştibe ser hesabê Komeleya Hîndekariya Kurdî. Agahiyên hesabê komeleyê li kêleka vê pelê aliyê rastê ye.
  • Ger piştî xweqeydkirinê tevlêbûna te ji ezmûnê re çênebe – ji bilî rewşên nexweşiyeke ji aliyê bijîjk ve fermî were pelikandin- tibaba te razandiye li te nayê vegerandin. Di rewşa nexweşiyê de ger tevlêbûn nikaribe pek were 80 ji %î tibaba te razandiye li te tê vegerandin 20 ji %î ji Komeleyê re wek heqdestê karê hatiye kirin dimîne.
  • Sertîfîkaya tu ji Komeleya Hîndekariya Kurdî distînî, li kîjan saziyên din were bikaranîn ew li ser daxwaza te û wê saziyê dimîne. Komeleya Hîndekariya Kurdî jê ne berpirsyar e.
  • Di rewşa windakirina sertifikaya hatiye stendin de, bi beramberiya 50.- CHF tu dikarî heta sê salan sertîfîkayeke nû bistînî. Piştî sê salan pêwîstî bi nûkirina ezmûna mezin heye.
  • Ger ev şert û merc ji bo te dibin û tu dixwazî tev li ezmûnê bibî, serî li me bide: zimanekurdi.hsk@gmail.com
  • Roj: Li ser daxwaza te
  • Dem: Li ser daxwaza te
  • : Zurich
  • Navnîşan: Zurich
  • Sazkar: Komeleya Hîndekariya Kurdî
  • Serlêdan: zimanekurdi.hsk@gmail.com
Verein für Kurdischunterricht
Zürich
POSTFINANCE
IBAN:

CH74 0900 00000 6158 3513 0