Xweza, Mirov, Civak – XMC – 10.1
Asta 1 û Asta 2
Asta 1
Şagirt …
a> dikarin serpêhatiyên jiyana bi hev re vebêjin û derfetên ji bo jiyana bi hev re serkevtî formule bikin (wek mînak rêzdarî, pîrozkirina bi hev re).
b> dikarin di pevçûnan de rêberiya çareserkar bikin, hewcedarî û hesasiyetên xwe formule bikin û yên kesên din fêm bikin. Rêgezên axaftinê, bandorî
c> dikarin ji bo çareseriyeke dadwer ji nakokiyan re pêşniyaran bikin û li ser peymanan bimînin. Rêbazên Dersê, Peyman
Asta 2
d> dikarin di polê de çalakiyên bipêşdebirina civakê pêşniyar bikin, pêk bînin û berpirsiyariya xweşiya her kesî bigirin ser xwe (wek mînak: birêkûpêkiya li polê, rêzgirtina li hevûdin).
e> dikarin çareserkirina dadwer a nakokiyên di komê de hin bibin û ji bo vê stratejiyên cûda bikar bînin (wek mînak hakem, dengdan, lihevkirin).
f> dikarin xwe bixin cihê kesên din û rêzê li hest, hewcedarî û mafên wan bigirin û alîkarên wan bin (mînak di nîqaşan de, bandorlêkirin).
Comments are closed