• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • OÇE-3. 1. Şagirt dikarin motîfên olî di jiyana rojane û di xebatên çandî de nas bikin û binirxînin ka ol di medyayê de çawa tên pêşkêşkirin.

Ol, Çand, Exlaq – OÇE 3.1

Asta 3

Şagirt …

a> dikarin şopên olî yan cihên olî li herêmê yan di dema rêwîtiyê de nas bikin û wan di çarçoveya xwe de binirxînin. Nîşan, sembol, ol

b> dikarin motîfên olî yên di berhemên çandî de (Wek mînak çanda gelêrî) nas bikin û li ser wateya wan bipirsin (wek mînak fîgurên Incîlê yên di wêne, tablo, muzîk, fîlm, wêje û avahiyan de). Karakterên Încîlê, milyaket, pîroz, wêneyên Xwedê

c> dikarin aliyên olî yên li derdora rojane, di awayên jiyanê yan jî şêwazên jiyanê yên bi çandî de destnîşan bikin û di çarçoveya bikaranîna wan de şîrove bikin (mînak cil, cil û berg, muzîk, jiyan). hunera razber, fîgurî û konkret

d> dikarin raporên medyayê yên li ser aliyên ol û çandan bidin ber hev, li ser naveroka wan a rastîn paşxaneya wan bipirsin bê ol û çand di medyayê de çawa têne diyarkirin. Rastî, şirove, veqetandin

Comments are closed