• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-5. 2. Şagirt dikarin diyardeyên elektrîk û magnetîkî û sazbûna wan ên teknîkî lêkolîn bikin.

Xweza, Mirov, Civak – XMC -5.2

Asta 1 û Asta 2

Asta 1

Şagirt …

a> dikarin du seriyên pîlê ji hev binasin û wan di cîhazekê de rast bi cî bikin (mînak lempeya dest, pêlîstokek ku bi pîlê tê xebitandin).

b> dikarin çerxên elektrîkê yên hêsan saz bikin û navên pêkhateyên wan bibêjin.

Asta 2

c> dikarin herikîna elektrîkê wek pirtikên herî biçûk ên dilivin bi nav bikin û rewşa herikîna avê saz û rave bikin.

d> dikarin çerxên duşaxî yên elektrîkê wek rêzekê yan rêzikên paralel saz bikin, wan biceribînin, navên pêkhateyan bi nav bikin û wan di cîhazên rojane de nas bikin (wekk mînak di alavên lîstikê de, ronîkirin). girêdana bi rêzê û ya paralel a çerxên elektrîkê

e> dikarin çerxên elektrîkê bi rengekî şematîkî nas bikin û diagramên çerxa sade bixwînin û saz bikin. çerxa elektrîkê
> dikarin çerxeke sade bikar bînin da ku bi ezmûnî nîşan bidin ka kîjan materyal elektrîkê dimeşîne û kîjan na. sazûmana ragihîna elektrîkê

f> dikarin lêbikolin û bandorên guhertinên di çerxên elektrîkê de nîşan bidin (wek mînak pîlên qelstir, du lampe li şûna yekê, girêdana elektrîkê ya bi rêze li şûna ya paralel).

Comments are closed