Xweza, Mirov, Civak – XMC – 6.3
Asta 1 û Asta 2
Asta 1
Şagirt …
a> dikarin cure cure madeyên xav nas bikin û li ser girîngiya wan a di jiyana rojane de bihizirin (wek mînak dar, av, ax).
b> dikarin hilberandina madeyên xav di berheman de bişopînin û şirove bikin (wek mînak sêv – ava sêvê, genim – nan, şîr – penêr).
Asta 2
c> dikarin agahiyên li ser madeyên xav bibînin û li ser girîngiya wan a ji bo mirovan bihizirin (wek mînak neft, cam, metal).
d> dikarin pêvajoya hilberîna kelûpelan bi mînakan vebêjin û pêşkêş bikin (wekk mînak ji rûn bigire heya kerpîçên Lego). çerxa madeya xam, nirxa lêzêdekirî
e> dikarin li ser riya hilberîna tiştan (wek mînak kartol, çîkolata, T-shirt, telefona dest) agahiyan berhev bikin û wan bidin ber hev û pêvajoyên xebatê vebêjin.
f> dikarin hilberîn û karûbarê hilberînê yê li derdorê keşif bikin û pêvajoyên tîpîk û pêvajoyên hilberînê belge bikin (wek mînak çûnûhatina tiştan, pêvajoyên hilberînê, kar û armancên xizmetê) .
Comments are closed