• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-7. 4. Şagirt dikarin pevgirêdan û girêdayîbûnên di navbera awayên jiyana mirovan û mekanên jiyanê de esas bigirin û binirxînin û xwe wek qetek ji cîhanekê bi bi cî bikin.

Xweza, Mirov, Civak – XMC – 7.4

Asta 1 û Asta 2

Şagirt …

a> dikarin têkiliyên di navbera mirovên li deverên cihê yên cîhanê de li ser bingeha çîrok û nîgarên pirtûk û fîlmên zarokan fêm bike û bi nav bike.

b> dikare li ser bingeha rewşên rojane, diyar bike bê ka ew çawa û bi çi rengî bi mirov û hilberên ji deverên dûr ên cîhanê ve girêdayî ne (wek mînak xwarin, lîstok, muzîk).

Asta 2

c> dikarin diyar bikin bê ka kîjan pirs û mijarên wan li ser cîhana me û jiyana bi hev re ya mirovan li ser rûyê erdê eleqedar dikin, wan bişopînin û ji bo xwe û di berdêla bi yên din re zelal bikin û bi cî bikin.

d> dikarin jê haydar bibin, rave bikin û binirxînin ku ji nêrîna wan ji bo bihevrejiyana mirovan li herêmên cihê û ji bo pêşeroja li ser rûyê erdê çi girîng e.

e> dikarin bi pirsên li ser ferq û newekheviyên li ser rûyê erdê (wek mînak dibistan, karê zarokan, dabînkirina avê, xwarin) re mijûl bibin, li ser sedem û bingehên van cudahiyan texmînan bikin û wan binirxînin û dabt cî bikin.

f> dikarin bi şêwazên rûbirûbûn û nakokiyên di navbera komên nifûsê de li deverên cihê yên cîhanê di demên berê û îro de mijûl bibin û encamên li ser awayê jiyana mirovan binirxînin (mînak keşfkirin, feth, mînakên heyî).

g> dikarin fikr û ramanên xwe yên li ser mijarên rojane yên li ser rewş û pêşkeftina li deverên cuda yên cîhanê pêşkêş bikin, pirsan bikin û rastiyan zelal bikin (mînak pêşveçûna nifûsê, xizanî, ewlehiya xwarinê).

Comments are closed