OÇE 5.5 Ol, Rand, Exlaq – OÇE – 5.5
Asta 3
Şagirt…
a> dikarin mirovan di rewşên jiyanê û jîngehên cihêreng de binirxînin û li ser ezmûn, hewcedarî û nirxan bifikirin (wek mînak rewşa pîşeyî, aborî û malbatî; nexweşî, seqetî, penaberî, koçberî).
b> dikarin parve bikin bê mirov çawa bi alîkariya nêrînên wan bi tecrubeyên dijwar û dezawantajên re biçin serî (wek mînak windabûn, seqetî, nexweşî, revîn, serpêhatiyên trawmatîk).
c> dikarin mînakan bikar bînin ku dîroka malbatê di çarçoveyeke mezin de bi cih bikin û li ser ka çawa vê yekê şikil daye endamên malbatê. (wek mînak pêşveçûna aborî, guhertina civakî, revîn, koçberî, mezinbûn, rolên zayendî, nifş, kevneşopî)
d> dikarin pêşdarazî, stereotip, îmajên dijmin û tirsên ji ber sedemên wan analîz bikin (wek mînak medya, berjewendîyên siyasî, serpêhatiyên xwe).
e> dikarin bi kesên cuda difikirin û kêmneteweyan re danûstandinên civakî û siyasî bikin (wek mînak entegrasyon, hindikahî, ne-konformîst).
Comments are closed