• Home
  • PLANÊ HÎNKIRINÊ 21
  • XMC-2. 6. Şagirt dikarin bandorên mirovî yên li ser xwezayê binirxînin û li ser pêşveçûna domdar bifikirin.

Xweza, Mirov, Civakk -XMC – 2.6

Asta 1 û Asta 2

Asta 1

Şagirt …

a> dikarin têkiliyên xwe yên bi jîngeh, nebat û heywanan re fêm bikin û diyar bikin (wek mînak lênêrîn, destgirtin, qedrkirin, rêzgirtin).

b> dikarin li jîngehên çêkar binêrin, wan tarîf bikin û li ser tecrube û serpêhatiyên xwe binivîsin (wek mînak ajalên li malê, li bexçeyê ajalan).

c> dikarin jîngehên xwezayî bi jîngehên çêkirî re bidin ber hev, cudahiyan vebêjin û li ser şert û mercên jiyana şînayî û ajalan bifikirin.

d> dikarin ji bo mezinkirina şînayî û xwedîkirina ajalan peywir û berpirsiyariya hevpar bigirin ser xwe (wek mînak xwedîkirina ajalan û mezinkirina şînayiyê li xwendegehê).

Asta 2

e> dikarin li jîngehên li herêma niştecihbûnê lêbikolin û belge bikin ku mirov çawa awayê jiyanê û jîngehên şînayî û ajalan saz dikin, bikar tînin û diguherînin.

f> dikarin kirin û tevgerên xwe (wek mînak mijûlbûna bi ajalan re, çalakiyên dema vala li daristanê, li ser û di avê de) bi hewcedariyên jiyanî yên şînayî û ajalan re bidin ber hev û binirxînin.

g> dikarin têkilî û tevgerên cuda yên mirovan bi şînayî, ajal û jîngehên xwezayî re vebêjin, bidin ber hev û ji perspektîfên cuda li wan binêrin.
> dikarin rêzgirên parastin û tevgerê li ser şînayî û ajalan bi kar bînin. rêgezên ji bo parastina ajalan, şînayiyê parastî, tevgerên li rezervên xwezayê

h> dikarin li ser fêdeyên şînayî û ajalan ên ji mirovan re (aborî, estetîk, ji bo tenduristî û xweşiyê) bifikirin.
> dikarin encamên gumanî yên bandorên mirovan ên li ser xwezayê binirxînin, zanyariyên li ser wan birêxistin bikin û li ser tevger û kirinên xwe bifikirin.

Comments are closed