• Home
  • Blog
  • Zarok dikare ziman û çanda xwe hîn bibe

AGAHDARKIRINA DÊBAVAN


Kursên Fêrkariya bi ziman û çanda welatê Jidayîkbûnê (HSK)

Di Kursên hînkirina bi ziman û çanda welatê Jidayîkbûnê (HSK) da, xwendevanên çendzimanî asta nasyarbûna xwe digel zimanê sereke (zikmakî) û çanda sereke ya dêbavên xwe xurt dikin. Zanista wergirtî û bidestxistî ne tenê jibo têkilliya digel xizm û kesan û pêkhatina pênaseya şexsî girîng e, belkî pisportiyên çendzimanî bi giştî çavkaniyek e ku parastina wê sûdmend û bifeyde ye. Dibistanên xwecihî bi raberkirina polên dibistanê – heta radeya pêkan – piştgiriya ji Kursên Fêrkariya bi ziman û çanda welatê Jidayîkbûnê (HSK) dikin. Beşdarbûna di kursa fêrkariyê da bi dilxwazî ye.

Di Kursên Fêrkariya bi ziman û çanda welatê Jidayîkbûnê (HSK) da, ev mijar divê ku werin berçavgirtin:

1. Ev kursa ji aliyê konsolxane û balyozxane an navendên berpirs ên sivîl (wek mînak Lijneyên Dayîk û Bavan) va tên lidarxistin. Berpirsiyariya naverok û mijara kursên fêrkariyê û bikarwergirtin û dayîna destheqa fêrkaran li ser ustiyê van navendên berpirs e.

2. Kursên navendên berpirs ên dewletî, pirrî caran belaş û bêpere ne. Carinan jî jibo kursên navendên din ên berpirsê vî karî, pereyek di berdêla beşdarbûnê da tê wergirtin.

3. Rêvebirin û organîzekirina kursan li ser ustiyê navendên berpirs e. Ev navendên berpirs bi awayekî rasterast dêbavên xwendevanên tomarbûyî, derbarê lidarxistin û şûn û dema kursan haydar dikin.

4. Navendên hevahengiyê yên enistîtûyên berpirs, hin zanyariyan raber dikin. Tu dikarî lîsteya van navenda di malpera www.schulen- aargau.ch/regelschule/schulorganisation/schulgestaltung/interkulturelles bibînî.

5. Navnivîsandina di van kursan da, beşdarbûna berdewam li wan pêwîst dike û ev yek heta dema ku betalbûna navnivîsînê bi awayê nivîskî ji aliyê dêbavan va pêk neyê, bawerpêkirî û bi hitbar e.
6. Miafbûnên hitmalî jibo dabînkirina îmkana beşdarbûna di van kursan da, divê ji dibistanê were

daxwazkirin. Kesên berpirs di biryardanên xwe da, pêwîstiya bo xwendin û fêrbûnê weke xala bingehîn a herî bilind dihesibînin. Naveroka fêrkariyê û babetên fêrnebûyî û derbasnekirî, divê werin cebirandin.

7. Beşdarbûna di pola Kursên Fêrkariya bi ziman û çanda welatê Jidayîkbûnê da dê li bawernameya Volksschule were nivîsandin. 2 şêwaz pêkan in: 1. Di bawernameya xwendinê da, bêjeya “Hat derbaskirin” tê nivîsandin. 2. Di bawernameya xwendinê (Sertîfîkayê Perwerdeyê) da, bêjeya “Pêvek” tê nivîsandin û raporek an belgeya piştrastkirina lidarxînera Kursên Fêrkariya bi ziman û çanda welatê Jidayîkbûnê (HSK) li peldanka bawernameyê dê were pêvekirin.

Comments are closed