Xweza, Mirov, Civak – XMC – 2.2
Asta 1 û Asta 2
Asta 1
Şagirt …
a> dikarin bandorên ronahiyê, germê, hewayê, av, ax û keviran li ser mezinbûn û şêwaza jiyana şînayî û ajalan bi mînakên rojane vekolin, encaman pêşkêş bikin û vebêjin.
b> dikarin texmînan bikin û girîngiya roj/ronahî, hewa, av, ax, keviran ji bo şînayî, ajal û mirovan û tiştên ji bo jiyanê hewce dikin, nas bikin.
Asta 2
c> dikarin li hawîrdora xwe mînakan bikar bînin da ku lihevhatina şînayî û ajalan li ser bingeha xwezayî lêbigerin û vekolînin, encaman dabeş û şîrove bikin (wek mînak kulîlkên zû vedidin, heywanên li ser û di nav avê de, şînayiya li cîhên cihê).
d> dikarin taybetmendiyên berbiçav û rûdana zinaran, ax, avê li hawîrdora xwe lêbikolin, di navbera cih û jîngehên hilbijartî de bidin ber hev û encamên wan binivîsin (wekk mînak li ser avê, li geliyekî ziwa, li daristanê).
e> dikarin bandorên tav/ronahî, hewa, germ, av û axê li ser mezinbûn û şêwaza jiyana şînayî û ajalan lêbikolin, di demek dirêj de çavdêriyan bikin, encaman binivîsin û pêşkêş bikin.
f> dikarin diyardeyên cihêreng û taybetmendiyên roj/ronahî, hewa, germ, av, ax û zinaran bi hev ve girê bidin, ava bikin û dîtinên ji wan rave û dabeş bikin. bûyer û taybetmendî: veguherandin, tîrêjên ronahiyê, tîrêjên germî, germkirin û sarbûn, hilma avê û qerisîna avê; çerxa vegera avê û av; Struktura qatên axê
g> dikarin pirsên hilbijartî yên li ser bandor û girêdanên bingehên xwezayî yên li ser awayê jiyana ajal, şînayî û mirovan bişopînin, li ser wan agahdariyan bi pêş bixin, bi pisporan re hevpeyivînan bikin û encam û dîtinan binivîsin, karakterîze û rave bikin.
Comments are closed