Xweza, Mirov, Civak – XMC – 2.4
Asta 1 û Asta 2
Asta 1
Şagirt …
a> dikarin komên hilbijartî yên riwekan an jî ajalan ji bo taybetmendiyên wan lêbikolin û wekhevî û cûdahiyan vebêjin (wek mînak, perîkên teyran hene, çermê tîmsehan ji qalikên qewîn hatine çêkirin).
b> dikarin dabeşkirina bijarte ya ajal û şînayiyê li gor taybetmendiyên wan bikin. darên pelstirî /darên pelweş, ajalên kedî, ajalên kovî, ajalên bi fêde
c> dikarin wekhevî û cûdahiyên di navbera şînayî û ajalan de (wek mînak: çivîkên stranbêj, çûkên avê, teyrên nêçîrê, kew; çûkên koçer/yên rûniştî) bi amûrên rewa (wek mînak hûrbîn, dûrbîn, lîsteya taybetiyan) lêbikolin, bidin ber hev, li ser wan li agahiyan bigerin û dîsa bidin.
Asta 2
d> dikarin taybetiyên ajal û şînayiyê yên dikin ku ew li herêmeke diyar bijîn bi nev bikin (wek mînak çermê xilt li gor karibe li bin erdê bijî hatiye sazkirin)
e> dikarin nebatan, qîvarkan an jî ajalan dabeşî sazûmana wan a birêkûpêkiyê bikin û sedema pîvanên hatine bikaranîn bibêjin. pîvanên pergalên dabeşkirinê; Taybetmendiyên nebatan: şiklên pelan, avahiya kulîlkan, formên mezinbûnê; taybetmendiyên anatomîkî yên ajalan
f> dikarin pergalên dabeşkirinê yên hevpar bi kar bînin (mînak nebatên giyayî/yên darikî; kêz û mêş: perperîk, morî, kulî, perperîka ser avê, kêzerêx, mêş, moz).
Comments are closed